Pirsên Pir tên Pirsîn derbarê Vakslêdana COVID-19 de

Ma wergirtina vakslêdana COVID-19 ewle ye?

Belê. Hemû vakslêdanên COVID-19 ên destûrdayî û pêşniyarkirî yên niha ewle û bibandor in, û CDC vakslêdanek li ser ya din pêşniyar nake. Biryara herî girîng ew e ku di zûtirîn dem de vakslêdana COVID-19 were wergirtin. Vakslêdana berfireh amrazek girîng e ji bo rawestandina pandemiyê.

Vakslêdana COVID-19 di laşê we de çi dike?

Vakslêdanên COVID-19ê sîstemên me yên parastinê fêr dikin ka meriv çawa vîrusa ku dibe sedema COVID-19ê nas bike û pê re şer bike. Carinan ev pêvajo dikare bibe sedema nîşanan, wek tayê.

Gelo vakslêdana COVID-19 dê DNAya min biguherîne?

Na. Vakslêdanên COVID-19 bi tu awayî naguherin an jî bi DNAya we re têkilî nadin. Hem mRNA û hem jî vakslêdanên vektorê vîrusî yên COVID-19 talîmatan (materyalê genetîkî) digihînin şaneyên me da ku dest bi avakirina parastinê li dijî vîrusa ku dibe sedema COVID-19 bikin. Lêbelê, ew materyal qet naçe navika şaneyê, ku DNAya me li wir tê hilanîn.

 


Dema weşandinê: 12ê Tebaxa 2021